HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR
Li gorî agahiyên Rêveberê bajarokê Zinane ya Kelar Dilêr Ebdullah dane, şofêrên barhilgir û welatiyên duh li çaryana Zinane, Xurmatû, Newcul û Qadir Kerem ên ji aliyê komên nenas ve hatîn revandin, hatin berdan.
Rêveberê bajarokê Zinane ya Kelar Dilêr Ebdullah eşker kir ku hejmara kesên hatibûn revandin 4 kes bûn û niha gihîştine malbatên xwe.
Dilêr Ebdullah diyar kir ku heya niha nayê nazin ji aliyê kêve hatibûn revandin û çawa hatine berdan.
Li gorî agahiyên bi dest ketine kesên hatine revandin, li nêzî gundê Belewe yê bajarokê Zinane bêy ku tiştê ji malbata wan bixwazin hatine berdan.