Kongireya 1. a Nifşê Nû bê şopandina çapemeniyê destpê kir

50

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro li salona Sînema Salim a cihê Serdem li Silêmaniyê Tevgera Nifşê Nû 1’emîn kongireya xwe lidar xist.

 

Piştî Tevgera Nifşê Nû ji aliyê Bexda ve fermî hate naskirin, di çend rojên buhrî de çend endamên Tevgera Nifşê Nû li Hewlêr, Behdînan û Helebce daxuyaniyek belav kirin û nerazîbûnên xwe yên li hemberî gotinên Şasiwar Ebdulwehîd ên piştî ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatî berdan, kirine nîşan dan.

 

Duh jî Tevgera Nifşê Nû derxistina 3 endamên xwe ragihand û sedema derxistina wan jî mafdayîna aliyên desthilatdar nîşan da.

 

(sk)