Kongreya 4. a RJAK’ê li Silêmanî destpê kir

32

 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) îro saet 09:30’ê li Otela Perêj a bajarê Silêmanî 4’emîn kongreya xwe lidar xist. RJAK’ê kongreya xwe di salvegera şahadeta 3 jinên pêşeng ên berxwedana avakirina sîstema xweseriya demokratîk a Bakûrê Kurdistanê Sêvê, Pakîze û Fatma de lidar xist. Her wiha RJAK’ê ev kongreya xwe diyarî Destîna Qendîl a ji Başûr ku li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû, kir.

 

Ji çar parçeyên Kurdistanê sazî û rêxistinên jinan, partiyên Kurd, jinên rewşenbîr û siyasetmedar tevlî kongreyê bûn û wê peyamên xwe pêşkêş bikin. Kongre wê rojek dewam bike.

 

RJAK wê di kongreyê de kar û xebatên du salan, krîza li Başûrê Kurdistanê û bandora wê li ser jinê, qirkirina fizîkî ya jinê li herêmê û rêyên wê yên çareseriyê, mezinkirina asta rêxistinkirina xwe nîqaş bike û ji bo rêyên çareseriyê jî bername û planeke nû ji bo kar û xebatên du salan derxe. Her wiha wê di kongreyê de rêveberiyeke nû hilbijêre.

 

Bernameya lidar xistina kongreya RJAK ya îro wiha ye;

 

-Di saet 09:30’an de axaftina vekirinê ya kongrê ya komîteya amadekar a kongrê hate kirin û xêrhatina mêhvan hate kirin.

 

-Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir ve hate kirin.

 

-Piştî axaftina Hevseroka Tevgera Azadî peyama KJK’ê tê xwandin.

 

-Peyam û axaftinên rêxistin û kesayetiyên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûne.

-Hilbijartina dîwana kongrê.

 

-Perspektîfên Rêbberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên derbarê xwe rêxistinkirina jinê û çareseriya     pirsgirêkên jinê de.

 

-Xwendina rapora kar û xebatên du salan yê RJAK’ê û nirxandina li ser rapora kar.

 

-Hilbijartina meclîsa RJAK’ê û sondxwarin.

 

-Axaftina girtinê

 

RJAK rêxistineke jinêye û bi awayeke fermî xebatên xwe li seranserê Herêma Kurdistanê dide meşandin. Herçend bi awayeke fermî di sala 2002’an de hatibe avakirin jî lê, xebatên wê yên ne fermî ji sala 1997’an ve heye. Xwe li ser fikir û perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo jinê rêxistin dikin û li ser wê esasê weke rêxistineke azadîxwaz û alternatîf a jinê bernameyeke berfireh a demokratîzekirina civakê di deyne pêş xwe.

 

RJAK di sala 1997 de xwe weke Yekîtî Jinanî Başûrî Kurdistan (YAJK) li binarê Qendîlê rêxistin kir û damezrandina xwe ragihand.

 

Di sala 2002’an de li Kerkûkê yekemîn kongreya RJAK hate lidarxistin.

 

Di 2004’an li Silêmaniyê duyemîn kongreya xwe lidarxist.

 

2015’an de li Silêmaniyê kongreya xwe ya sêyemîn lidarxist.

 

(sk)