Kongreya RJAK’ê bi nîqaşan dewam dike

17

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Îro saet 09:30’ê li bajarê Silêmaniyê 4’emîn kongireya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) destpê kir û kongre bi nîqaşan didome.

 

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir ve hate kirin û wiha got; “RJAK’ê çend salin gavên giring avêtine. Di şerde pêşentiya jinan kiriye. Lidarxistina çalakiyan kiriye û rêya şehîdan dewam kiriye. Di vê kongreyê de jî erkê herî mezin dikeve ser milê wan. Ew jî ewe ku ji bo jinan pêşengî bike ku bikarin di çarçoveya sîstema xwerêveriya xwe de rêxistin bibin.”

 

 

Şîlan Şakir got; “Tişta li Xurmatû dijî jinan hat kirin, ji ber nenaskirina nasnameya jinê bû. Ji bo wê divê jin li her cihê parçeyên Kurdistanê bibin yek û li dijî hemû êrîşan îradebûna xwe îspat bike.”

 

Piştre peyama Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Em hemû bi hevre xebat dikin û divê li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya jinan ava bikin. Di asta Rojhilata Navîn de yekîtiya jinan çêbikin.

 

Her pêşketin û serketina hebe wê bi destê jinê çêbibe. Ev serkeftine jî bi kesekî çênabe. Pêwîstiya me bi xwe rêxistinkirin û yekgirtinê heye.”

 

Her wiha di kongreyê de peyama Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnera Jinên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Ayla Akat Ata ve hate pêşkêşkirin û wiha got; “Pirsgirêka jinê ne tenê ku li Kurdistanê, li gelemperiya cîhanê yeke. Ji bo wê divê jin bibe xwedî îrade û biryar. Ji bo pêkanîna jiyana azad, destpêkê xwe azad bikin.”

 

 

Ayla Akat Ata wiha jî got; “Niha parlamenterên me û hevşaredarên bajarên me dibin zûlm û zextên dewleta bi hişmendiya mêrsalarî tê rêveberin de ne. Belê nabe em gav şûnde bavêjin û pêwîste bi yeketiyê dawî li vê desthilatê bînin.”

 

Piştre Hevseroka Meclisa Demokratîka Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak peyama Meclisa Îştar a jinên Mexmûrê xwend û wiha hat ragihandin; “Em weke jinên Kurd xwedî şansek mezin û dîrokî ne ku Rêberek weke Rêber Apo me heye. Damezrandinê azadiya jinê û ji bo tekoşîn dike ye.”

 

 

Piştre Rêvebera Rêxistina Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Bêrîvan Sine peyamek pêşkêş kir û got; “Em di wê baweriyê de ne ku di hemû civakan de sîstema desthilatdariya mêrsalarî jinan bihêztir dike ji bo parastina maf û têkoşîna dijî vê desthilatê. Pêwîste em jinên Kurd jî bi vê armancê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Ji ber ku ti kesek nikare bibe asteng li pêşiya jinek ku ruhê xwe yê azad pêşxistibe.”

 

 

Her wiha nûnera Kongreya Star Reyhan Nuqî silavên jinên Rojavayê Kurdistanê gihandine kongreyê û got; “Hêvî dikim ev sale bibe sala azadiya Rêber Apo. Her wiha bibe sala azadiya hemû jinên Kurdistanê.”

 

 

Reyhan Nuqî got; “Em di wê baweriyê de ne ku jinên Başûrê Kurdistanê têkoşîna jinên Rojava ji bo xwe bikin mînak. Weke çewan li Rojava Kongreya Star karî ne tenê jinên Kurd, hemû jinên Tirkmen, Ermen, Ereb û Asûrî rêxistin bike, li Başûr jî bi heman şêwey jinên hemû pêkhate û gelan rêxistin bikin.”

 

Piştre nûnera rêxistina peywendiyên jinên Kurd Buşra Mihemed Elî jî axivî û got; “Têkoşîna jinan ji Hepse Xanî Neqîb heya Sakîne Cansiz û Şehîd Destîna weke mîrate ji bo me maye. Ji bo wê pêwîste li Kurdistanê jin hemû bibin yek û serkeftin û azadî çêbikin.”

 

 

Piştre jî çalakvan Şeyma Cemal jî peyamek pêşkêş kir û got; “Jin li Kurdistanê niha di rewşek ne baş de ye. Di hemû alî de. Di dîrokê de jin şoreşger bûye. Qurbanî daye. Ji bo bikare bingehê civaka xwe bihêz bike. Her wiha dijî ew astengiyên li pêş hene têkoşîn bike.”

 

 

(sk)