Letîf Fatîh Ferec: Nabe di salvegera Enfalê de hilbijartin bê kirin

45

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Ji niha de tê gotin ku dibe Komisyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê 14’ê Nîsana 2018’ê ji bo pêkanîna hilbijartinan diyar bike. Der barê mijarê de nivîskar Letîf Fatîh Ferec ku ji ajansa me re axivî, got; “Hersal di vê rojê de bîranîna Enfalê tê kirin. Divê hilbijartin vê rojê neyê kirin. Ji ber evê bibe bêrêziya li hemberî qurbanên Enfalê.”

 

Letîf Fatîh Ferec wiha jî got; “Li gorî gotinên Serokê Koma PDK’ê li parlamentoya herêmê Umêd Xoşnaw, komisyona hilbijartinê ya herêmê 14’ê Nîsana 2018’ê ji bo dema hilbijartinên parlamento û serokatiyê herêmê diyar kiriye. Armanca diyarkirina vê rojê li gor min hewldan ji bo jibîrkirina vê rojê ye û komisyona hilbijartinê diyare agahiya wan ji dîroka Enfalê nîne. Ev jî tenê bêrêziye li hemberî qurbaniyên Enfalê û tiştek din nîne.”

 

Ferec wiha jî got; “Hilbijartin proseyek demokrasî û lidarxistina şahiyê ye. Her wiha hewldana pêşbaziya dinava aliyan de ji bo serkeftinê ye. Ev li gel bîranîna Enfalê çênabe. Diyare hikûmeta herêmê dixwaze vê rojê û roja kîmyabarana Helebce ji nedîtî ve were û tişta pêwîst ji bo van roja neke.”

 

 

Ferec di dawiya axaftina xwe de got; “Erkê Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfaliyane a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên mafê mirov û malbatên qurbaniyane rê nedin ev roje bibe roja hilbijartin.”

 

Hêjay bibîranînê ye ku di sala 1988’ê de rejîma wê demê ya Iraqê li dijî gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê 8 qonaxên Enfalê pêk anîn. Di van qonaxan de 182 hezar kes hatin qetilkirin û bi zindî hatin xistina bin axê de. Ji bo bîranîna vê trajediyê jî hemû salê di 14’ê Nîsanê de merasîmek a bîranînê tê lidarxistin û qurbaniyên Enfalê tên bîranîn.

 

 

(sk)