Li ber girtîgeha Evîn peyama ‘Wexta ceng e’

51

 

 

TEHRAN/ROJNEWS

 

Xwepêşandanên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî rejîma desthilatdar didomin. Çalakvanên ku bi rengên cur bi cur daxwaza demokrasî û azadiyê dikin, bi çalakiyên xwe yên afirîner jî balê dikişînin.

 

Komek hunermend û xwepêşandêrên Kurd şevê din li ber Girtîgeha Evîn a Tehranê ku girtîgeha herî mezin a Îranê ye kom bûn. Xwepêşandêran strana bi navê "Dayê dayê wexta ceng e" ya bi devoka Lorî, gotin.

 

Di dîmenên ku hatine kişandin û li ser înternetê hatine belavkirin de, xwepêşandêr li ber girtîgehê rûniştine û bi kemançeyê strana "Dayê dayê wexta ceng e" dibêjin û hem piştgiriya girtiyên siyasî, hem jî banga bilindkirina têkoşîna azadiyê dikin.

 

(rn)