EMÎR XENQÎNÎ / XANEQÎN

 

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, li navçeya Xaneqînê ya Diyale agahî ji Rêveberê Ziraetê yê bajarokê Sediye û birayê wî nayên girtin û winda ne.

 

Çavkaniyekî ewlehiyê li navçeya Xaneqînê, ji ajansa me re ragihand ku duh Rêveberê Ziraetê yê bajarokê Sediye Xetem Tay û birayê xwe hatine navçeya Xaneqînê û pişt re peywendî li gel wan qut dibe.

 

Heman çavkaniyê eşkere kir ku li gorî kamerayên çavdêriyê duh êvarî saet 17:00'an de bi wesayîta hikûmî ketine navçeya Xaneqînê û pişt re ji saet 19:00'an ve winda dibin û ji wê demê ve ti agahî ji wan nehatiye girtin.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here