‘Min di temenê xwe yê herî biçûk de dest bi muzîkê kir’

51

 

 

 

XURBET TALLÎ /MEXMÛR

 

Jina ciwan Axîn Kabûl a berê di karê hunerê de xwendekar û niha bûye mamoste, heman demê xwendekara dibistana Şehîd Koçerîne, têkildarî karê hunerê yê di bin sêwana Wexfa Jinê ya Mexmûrê de ji bo ajansa me behsa kar û xebatên xwe û plansaziyên siberojê kir.

 

‘Dema tê gotin huner hizrandineke berfireh bi mirovan re dide çêkirin’

 

Kabûl li sera pirsa huner çiyê? Ev tişt got: “Tenê çend beşên wek sitran, govend û hwd, wê were gotin. Lê  naveroka huner pir berfireh û kûr e. Dema mirov lêkolîn bike mirov dê gelek tiştên ku nehatî dîtin û xeyal kirin bibîne. Huner tişek wisaye ku bê ku mirov pê bihese yan bizane bi mirov dide hîskirin û zanîne.”

 

‘Armanca me parastin û pêşxistina hunerê bav û kalan e’

 

Kabûl bal kişand ser xebata xwe û wiha pêde çû: “Em dibin sêwana Wexfa Jinê ya Mexmûr de vê xebatê didîn meşandin, niha herî zêde em beşê goved û muzîkê fêrê xwandekaran dikin. Lê ji bo dema pêş plan û projeyên me ji bo pêşxistin û dayîna beşên din jî heye; weke dengbêjî, şano, helbest û gelek beşên din. Em niha tenê wane  didin zarokên keç, temenê wan di navbera 7 û 19 salî de ye. Lê ji bo dema pêş di projeyên me de zarokên kur jî hene. Ji bo ev hunera bav û kalan ku ji dema berê heta roja me ya îro anîn û parastîn, ji vir û pêve em dixwazîn bi awayek zindî ragihînîn nifêşên pêşiya xwe. Ji bo winda nebe armanca me parastina wan nirxan û berhemên ji wê demê mayîn ku îro bi saya wan berhemane, em niha dizanîn paşeroja me çi jiyane. Emê çawe bijîn û wê pêşeroja me çawebe ji bo me weke rêyekê hetiye diyarkirine."

 

 

‘Ji bo bandor li waneyên wan nebe ders bi sînor tê dayîn’

 

Kabûl wiya jî got; “Di demê xwandekaran a pêvajoya perwerdeyê de tenê rojên betlaneyê ankû roja Înê û Şemiyan ew ji 2 saet hata 3 saetan waneyên muzîk û govendê tê dayîn. Ev jî ji bo bandorê li waneyên xwendevanan yên li dibistanê neke. Lê di bêhndana havînê de, xwendevan hem danê siharê û hem danê êvarî tên perwerdeya hunerê. Niha du komên muzîkê hene yek ji wan koman, ji temenê 7 salî heta 10 saliye, koma din jî ji 12 salî heta 15 salî ye.”

 

‘Stiranên li ser Serokatî û Şehîdan tê gotin’

 

Kabûl bal kişand ser waneyên govend û muzîkê yên nîşanî xwandekaran dide û wiha pêde çû: “Li vêderê herî zêde em govendên herêma Bedlîsê didîn pêş. Di aliyê stiranan de jî herî zêde em stiranên dengbêjî û bi wê ve girêdayî jî stiranên li ser Serokatî û Şehîdan didin xwendevanan. Ji bo dema pêş projeyên me yên cuda hene, ew jî  mirov dikare hinekan wiha rêz bikin; em dixwazîn komek govendê ya mezinan ava bikîn, her wiha çend komên şano û ji bo qenalê Zarok Tv jî kilîbên muzîkê amadebikîn.”

 

‘Deriyê me ji hemû ciwanan re vekiriye’

 

Kabûl wiha dawî li axaftina xwe anî; “Banga min ji bo hemû gelê Kurd bitaybet gelê wargehê ewe ku li çanda xwe xwedî derbikevin, ji ber ku dema em li çanda xwe xwedî dernekevin wê wekî wan civakên bê çand, bê ziman û bê dîrok tûnebûyî lê bên. Ji bo hîn zêdetir em weke wargeh çanda xwe pêş bixin divê ciwan berê xwe bidin saziyên bi hunerê ve eleqedar dibin. Ji bo wê deriyê me ji hemû ciwanan re vekiriye.”

 

(sk)