NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li gel astengî û êrîşên rejîma Îranê jî welatî daketin qadan û dest xwepêşandanan kirin. Hikûmeta Îranê jî êrîşê xwepêşanderan kirin, dest bi binçavkirin, kuştin, birîndarkirin û girtina torên civakî kir. xwepêşandan didomin.

 

Li gor agahiyên ji nav bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên girtin, diyar dikin ku li hemû koçe, kolan û serê hemû taxan rejîma Îranê hêzên çekdar bicih kirine. Heya dinava bas û teksiyan de jî istixbaratên rejîmê hene. Guhdarî gotinên welatiyan dikin û axaftinên li ser xwepêşanderan radigînin.

 

 

Her wiha rejîma hikûmeta Îranê hemû bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi hêzên çekdar ên cûr bi cûr xistine derpêçê de. Li ser cade û kolanan her çend metreyan hêzên çekdar bicih kirine.

 

 

Serçaveyên li herêmê diyar dikin ji ber li gelek kolan û cadeyan bi hêzên çekdar hatine dagirkirin, li cihên xwepêşandanan hêzên zêde yên çekdar hatine bicihkirin. Ji ber wê jî xwepêşander ji neçarî rojane cihê xwepêşandanên xwe diguherin.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here