Şanda hersê partiyên Başûr li gel Malikî kom bû

22

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şanda hevbeş a hersê partiyên Herêma Kurdistanê Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê rêzehevdîtinên xwe yên li Bexda dewam dike. Îro di vê çarçoveyê de şanda hevbeş li gel Cigirê Serokkomarê Iraqê Nûrî Malikî civiya.

 

Di şeva 3’ê Çile de şanda hevbeş a ji nûnerên hersê aliyên Tevgera Goran, Komele Îslamî û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê pêk dihat serdana Bexda kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsum kom bû.

 

Şanda hevbeş piştî li gel Ebadî rûnişt, daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir ku Ebadî soza dayîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bide û herêmên bi nakok (li ser madeya 140) jî bi hevbeşî bên rêvebirin, daye.

 

Îro jî şanda hersê partiyên herêmê li gel Nurî Malikî civiya. Di daxuyaniya çapemeniyê de Malikî diyar kir ku nabe gelê Kurd berdêla şaştiyên hinek rayedarên siyasî bide.

 

Malikî got; “Aramiya herêmê ji bo me giringe. Em naxwazin pirsgirêkên Hewlêr û Bexda kûrtir bibin. Divê hilbijartin jî dema xwe de bên kirin.”

 

(sk)