SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Piştî ku Tevgera Nifşê Nû bi fermî weke partiyeke siyasî destûra xebatê ji hikûmeta Iraqê girt, îro li Salona Sînema Salim a cihê Serdem a li Silêmaniyê Tevgera Nifşê Nû 1’emîn kongireya xwe lidar xist. ji derveyî NRT'ê destûr nehat dayîn çapemenî kongreyê bişopîne. Di kongreyê de Şasiwar Ebdulwehîd bi piraniya dengan weke Serokê Tevgerê hate hilbijartin.

 

Li gorî çapemeniya Tevgera Nifşê Nû, di kongreyê de Şasiwar Ebdulwahîd, Şaduman Mihemed, Şinyar Enwer, Hanî Ewnî û Diyar Sedîq bûn namzedên Serokê Tevgera Nifşê Nû.

 

Şasiwar Ebdulwahîd bi 176 deng bû Serokê Tevgera Nifşê Nû. Her wiha Şaduman Mihemed 28 deng, Hanî Ewnî 25 deng û Şinyar Enwer jî 12 deng bi dest xistin.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here