Şervanên Êzidxanê û YBŞ’ê cejna gel a Batizmê pîroz kirin

29

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Duh şervanên Asayişa Êzidxanê û YBŞ’ê bi boneya Cejna Batizmê li navçeya Dihola ya Şengalê li malên gel geriyan û cejna wan pîroz kirin.

 

Gel bi şervan bi coş pêşwazîkirin û jinan li şervanan nanê sewika belav kir.

 

Bi vê boneyê yek ji fermandarên Asayişa Êzidxanê Çekdar Cudî ku ji ajansa me re axivî, got; “Em jî li ser navê asayişa Êzidxanê cejna gelê xwe pîroz dikin. Ev cejna ku bi sedan sale dinava gel de tê pîroz kirin, bi taybetî jî dinava eşîra Çêlkan de tê pîrozkirin. Em jî weke asayiş niha mal bi mal digerin û cejna eşîra Çêlkan pîroz dikin.”

 

 

Cûdî dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Em bi boneya vê cejnê, cejna gelê xwe yê Êzidî li Bakûr, Başûrê Kurdistan, Ewropa û her cihê lê dijîn pîroz dikin.”

 

 

 

 

 

(sk)