Ehmedî Hacî Reşîd: Biryare Heşdî Şebî ji Xurmatû bê derxistin

22

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şanda hevbeş a Komeleya Îslamî, Tevgera Goran û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê piştî çend rêzehevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Iraqê, îro vegeriyan herêma Kurdistanê.

 

Yek ji endamê şanda hevbeş Ehmedî Hacî Reşîd li ser malpereya Koma Komeleya Îslamî daxuyaniyek nivîskî belav kir, wiha ragihand; “Şanda me ji bo şandên piştî xwe hêsankariyek mezin çêkiriye. Gelek encamên pir baş ji bo rewşa Xurmatû, vekirina balafirgeha, dayîna pereyê genimê cotyaran û şandina pereyê karmendan wê çêbibin.”

 

Têkildarî şandina mûçeyê karmendan jî wiha hate gotin; “Rolekî baş ê şandê hebû û bi taybetî jî ji ber hebûna min a di şandê de, ew neheqiyên li ser yasaya bûdce hatine, zelal bûn. Min ji bo Heyder Ebadî li ser yasaya bûdceya bi şêweyek di berjewendiyê karmendên herêmê û tevahî Herêma Kurdistanê de, zelalbûnek hîn baştir da çêkirin.”

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Biryare ku di nava çend rojên pêş me de tûgayek a artêşa Iraqê bê şandina Xurmatû û parastina navçeyê bike. Her wiha Heşdî Şebî ji Xurmatû bê dûrxistin. Ji bo penaber bikarin vegerin ser malên xwe û parastina malên Kurdan bê kirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku piştî pêkhatina referandûma Başûrê Kurdistanê ya 25’ê Îlona 2017’ê ev yekem şanda Kurde li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtin çêdike. Belê ev ne şanda fermî ya herêmê ye û li ser navê hizban hatiye pêşwazîkirin.

 

(sk)