Girtiyê Kurd bi bahaneyeke pûç hat êşkencekirin

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyeke organa nûçeyan ya çalakvanên mafê mirov Îranê (Hirane), roja sêşemê girtiyekî Kurd yê bi navê Cemal Elîpûr bi tohmeta rakirina sê cixareyan, gartiyên zîndanê  êşkenceyeke di asta kuştinê lêkirine.

 

Di nûçeyê de hatiye gotin ku Cemal ElîPûr hatiye êşkencekirin û di necama êşkenceyê de rû be rûyê xwînrevîna hindir bûye.

 

Beşa tendûristiyê ya zîndana navendî ya Seqizê agahiya xwînrevîna hindirîn ya Elîpûr piştrast kir. Lê, wan Elîpûr sewqê nexweşxaneyê nekirine û tenê mûdexeleya destpêkê jêre kirine û dubare vegerandina zîndanê.