Hevala girtîgehê ya Zeyneb Celaliyan kuştî hate dîtin

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Tevna Mafê Mirov yê Kurdistan nûçeyek belav kir û ragihand ku cenazeyê Zehra Azad Sêrêşt ku berê niha bi girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan re li heman girtîgehê û bendê de mabû, roja 14’ê Cotmehê ya sala 2017’an li mala xwe ya li Kirmaşanê bi awayeke kuştî hatiye dîtin.

 

Dosteke hevbeş ya Zeyneb Celaliyan û Zehra ku ji ber ewlekariyê nexwestiye navê xwe bide ji Tevna Mafê Mirov ya Kurdistanê re axivî û got: “Zehra çar sal li gel Zeyneb Celaliyan di heman bendê de maye û hevaltiyeke wan a germ hebû. Tevî ku gelek caran Îtlaat gef lêxwaribû û gotibûn divê pêwendiya xwe bi Zeyneb re bibire jî lê ew bi berdewamî bi rêya telefonê peywendî pêre çêdikir û herî dawî jî karîbû ji bo çend deqîqeyan jî biçe zîndanê û serdana wê bike.”

 

Heman çavkanî vê jî dibêje; “Îtlaata Kirmaşanê gef li Zehra xwaribû û ji ber vê jî ji karê wê derxistibûn. Her wisa Îtlaatê ji Zehra xwestibû ku di televîzyonê de dijî Zeyneb Celaliyan biaxive û ji bo vê jî gotibûn eger qebûl bikin, ewê alîkariya madî bidinê. Lê, Zehra vêya qet qebûl nekir.