Kurd dixwazin bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin

34

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

Biryare meha Gulanê ya îsal hilbijartinên giştî yên Iraqê çêbibin. Beşek ji partiyên Kurd yên li bajarê Kerkûkê daxwaza bi lîsteyeke hevpar beşdarbûna hilbijartinan dikin.

 

Berpirsê beşa ragihandinê ya navenda YNK’ê li Kerkûkê  Elî Qelayî: “Girînge ku hêz û aliyên siyasî yên Kurd ên bajarê Kerkûkê yekgirtîbin û di yek lîsteyê de kom bibin ji bo bikarin yekgirtî bin û bi yek lîsteyê hilbijartinên îsal bibin.”

 

 

Qelayî di berdewama axaftina xwede wiha got: “Girîngiya lîsteya hevbeş ewe ku Kerkûkî piştî pêkhatina referandûmê rû berûyê gelek tiştên nexweş hatin. Niha ji berê jî zêdetir pêwîstî heye ku aliyên siyasî yekgirtîbin û bi yek lîsteyê beşdar bibin.”

 

Sekreterê navenda Tevgera Goran li Kerkûkê Mihemed Nesredîn jî helwesta xwe ya di vê derbarê de eşkere kir û got: “Tevgera Goran wê li gorî biryara giştî ya aliyên siyasî yên Kurd ku li Kerkûkêne tevbigere. Emê piştgiriyê bidin her rêbaz û şêwazeke ku xizmetê ji gelê bajarê Kerkûkê re bike û bikare  ew şikestên 16’ê Cotmehê hinek kêm bike, emê hevkariyê li gel van pêngavan bikin.”

 

 

Berpirsê Ragihandin û Hilbijartinan yê Komela Îslamî ya Kurditanê li bajarê Kerkûkê Mihemed Cemîl jî helwesta partiya xwe ya di vê derbarê de eşkere kir û got: “Hilbijêrka herî baş a jib o reşa niha ya Kerkûk û herêmên nakokî li ser hene lîsteyeke hevpar ya Kurde. Divê Kurd xwe rêxistin bikin û ew şaşitiyên berê dûbare nekin, gavên nû biavêjin. Eger em xwe rêxistin nekin emê destkeftiyên xwe ji dest bidin. Ew destkeftiyên me yên li parlementoya Iraqê û meclîsa bajarê Kerkûkê heye jî emê ji dest bidin. Ji lewma divê em bi yek lîsteyê kom bibin.”