Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li dijî 3 jinên Şoreşger yên Kurd  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêkhat, Kurdistanî li Parîsê bi awayeke girseyî protesto dikin û daxwaza hesab xwestinê dikin.

 

Serê sibehê bi hezaran Kurdistanî li pêşiya Gar de Nordê kombûn û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Kujer Erdogan’ qîr dikin.

 

Kurdistaniyên ku hatin pêşiya Boruya Enformasyon a Kurdistanê mûm pêxistin.

 

Gelek saziyên Fransayê ji bo meşê banga tevlîbûnê kirîbûn, meşa ku bi tevlîbûna girseyî ya Kurdistanî û dostên wan yên ji welatê Fransa û welatên din ê Ewropayê pêk hatî li Qada Repûbliqe wê veguhere mîtîngê.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here