Mexdûrên erdhejê di nava sir û seqemê de dijîn

47

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rojnameya Şehrewend ya Îranê dosyayek ji nêrînên gel di derbarê mexdurên erdhejê ya bajarokên Kirmaşanê yên erdhej lê çêbûnê de weşand.

 

Di dosyayê de cih daye mexdûrên erdhejê ku niha di kampan de dijîn û jiyaneke zehmet dijîn ku ev 55 roje penaber bûne.

 

Di dosyayê de wiha têgotin: “Bi şev bahozeke zehf dijwar li çadiran dide û seqem jî di asteke wisa de ye ku çadir diqerisin.”

 

Di dosyayê de têgotin ku hêjmareke zêde ya welatiyan serî li şaredariyê dane da ku odeyek ji bo wan were dayîn lê, şarewanî vêya nedaye.

 

Her wisa têgotin ku pêwîstiyên wan yên serekî û zarûrî ji ber ne hatiye dabîn kirin zarokên wan di van şertên zehmet de bi nexweşiyan dikevin.

 

Di heman dosyayê de têgotin ku ba, baran, berf  jiyana nava çadiran de gelek zehmet kiriye û dibêjin ji bo germ bibin çend caran agir di çadir de pêxistine lê, bûye sedem ku çend çadir bi şewitin.

 

Herî dawî jî têgotin ku zarokên wan bi nexweşiya influenza ketine û ti derfeteke dermankirinê jî ji bo wan ne hatiye dabîn kirin.

 

(rn)