‘PDK û Tirkiye ji bo avakirina herêmeke bi ewle lihevkirin’

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh rojnameya The Washington Times nûçeyek belav kir û di tê de behsa hevkariyeke nû ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tirkiyê de dike. Nûçe jî xwe dispêre agahiyên hinek berpirsên Herêma Kurdistanê . Li gorî vê nûçeyê wê li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê herêmeke ewlekariyê ku ji welatiyên sivîl re qedexeye were ava kirin û herkesê ku bikeve wê herêmê jî bibe hedefa wan û di têde têgotin ku armanca wan a ji van herêman dijayetî kirina gerîlayên PKK’ê ye.

 

Di rojnameyê de her wisa têgotin ku pêkanîna ev herêma ewlekariyê di demeke wisa de çêdibe ku PDK di hewldandeye ku peywendiyên navbera xwe û Tirkiyê de careke din baş bikin. Ji ber piştî referandûma Başûr peywendiyên navbera Tirkiye û PDK’ê de xirabûbûn.

 

Di vê nûçeya taybet de behsa vêya jî tê kirin ku piştî referandûma sala 2017’an de Kurd piraniya ew herêmên ku di dema şerê DAIŞ’ê de ji dest çeteyan derxistibûn niha ketiye destê hikûmeta Iraqê de.

 

Hêjayî gotinêye berê niha jî derketibû holê ku PDK herêma Bradost radestê Tirkiye kiriye.