‘Rayedarên Şîe soza karkirina ji bo vegera penaberên Xurmatû dan’

34

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Îro saetên êvarê li bajarokê Kifrî yê girêdayî navçeya Kelar a ser bi Germiyan şanda nûnerên penaberên navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn ku çend roj bû li Bexda û Kerbela rêze hevdîtin pêk anîn, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê şandê Mele Hawar Şafîe têkildarî encama serdana wan a Bexda û Kerbela wiha axivî; “Em şandek 7 kesî ji çîn û pêkhateyên Xurmatû pêk dihatin. Me serdana Bexda û Kerbela kir. Li gel Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsûm, berpirsên Eniya Niştîmanî û Qeys Xezelî Emar Hekîm, Serokê Gruba Esaîb Ehl Elheq, Seroka Koma YNK’ê Ala Talebanî, nûnerê Elî Sîstanî Şêx Mehdî Kerbelayî, Serokê Rêxistina Bedr Hadî Armirî, Cigirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed û Cigirê Serokkomarê Iraqê Nûrî Malikî civiyan.”

 

 

Mele Hawar wiha jî got; “Daxwaza me ya sereke di serdanê de vegera penaberên Xurmatû û avakirina hêzek niştîmanî ji bo Xurmatû bû. Komên Heşdî Şebî bên derxistin û ew binpêkirinên hêzên ewlehî dikin bên rawestandin. Wan jî bersivên baş ji bo vegera penaberan dan û hêviya me heye di çend rojên bên de berhemê serdana me diyar bibe. Me ev jî ragihand ku em şandek gelin, ne hizbî ne û li ser daxwaza xelkê Xurmatû hatine.”

 

Piştre endamek din ê şandê aso Selah jî wiha got; “Em ji xelkê Xurmatû daxwaz dikin, bi ti şêweyek nevegerin navçeyê û di çend rojên bên de armanca pêngavên me wê diyar bibin. Yek ji wan rayedarên ku me serdana wan kir, diyar kir ku bila xelkê Xurmatû bi ti şêweyek nevegere heya ku hewldanên me encam digirin, piştra dikarin vegerin.”

 

 

Aso Selah wiha jî got; “Serokkomar ji me re got ku wê hewl bide li gel Heyder Ebadî baxive û hêzek ji ew tûgayên parastina Serokkomar dikin dê bişîne Xurmatû  û li gel hêzên ewlehiya Xurmatû parastina navçeyê bike.”

 

(rn)