Şanda hevbeş piştî vegera xwe ya ji Bexda daxuyaniyek belav kir

26

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro êvarê şanda hevbeş a Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê têkildarî rêzehevdîtinên xwe yên li Bexda daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Di daxuyaniya şanda hevbeş de wiha hate gotin; “Îro şanda hevbeş a Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistan û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê hevdîtinên xwe yên li gel hersê serokatiyên Iraq, hêz û aliyên siyasî bidawî kir.

 

Di hemû hevdîtinan de me bal kişandiye ser zerûriya dayîna mûçeyê karmend, cotyarên herê, maf û mûçeyê pêşmergeyan, di dawîkirina rewşa dijwar a Xurmatû û herêmên binakok. Her wiha pêkanîna hilbijartinên pak û bê destwerdan li herêm û Iraqê li gor parastina çarçoveya destûra Herêma Kurdistanê mafên destûrî mijarek din a hevdîtinan bûn.

 

Serokê Desteya Wezîrên Iraqê soza dayîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê û cotyaran da. Her wiha soz da ku vê gavê demek herî zû de pêk bîne, piştî ku lêkolîna lîsteya mûçexweran bidawî bû. Rayedarên Iraqê, serokên hêz û aliyên siyasî piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên şanda hevbeş anîn ziman.

 

Her wiha li ser çareserkirina aloziyên li ser herêmên bi nakok jî guftûgo hate kirin. Her wiha Serokkomar, cigirê wî, Serokê Parlamentoya Iraqê û serokên aliyên siyasî soza alîkarî û şopandina bicihkirina van sozan û nexşerêyê dan. Dewamkirina guftûgoyê dinavbera Herêma Kurdistan û Bexda de jî hate girtina dest.”

 

Di dawiya daxuyaniya şanda hevbeş de wiha jî hate gotin; “Serdana vê şandê piştî me hewldanek pir mezin ji bo avakirina hikûmeta demî da ji bo guftûgoya li ser hikûmeta Federal, çareserkirina rewşa welatiyên herêmê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda, pêk nehatin, tê. Belê desthilatê Herêma Kurdistanê li ser şêwazê karê xwe yê pêştir her bi israrbûn.”

 

Hêjay bîranînê ye ku di 3’ê Kanûnê de şanda hevbeş a Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Tevgera Goran û Komeleya îslamî serdana Bexda kirin. Şande li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciborî û serokên aliyên siyasî yên Iraqê civiya. Şande îro vegeriya Başûrê Kurdistanê.

 

(sk)