Tevî êrîşan jî, şevê din xwepêşandan berdewam kirin

42

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandana welatiyên nerazî yên Îranê di roja nehemîn de jî berdewam kir. Şevê din jî li gelek bajaran gel dîsa daketin qadan û nerazîbûnên xwe yên li dijî rejîma desthilatdar û dij demokratîk ya Îranê anîn ziman. Nerazîbûn nîşana operasyonên berfireh yên li dijî çalakvanan û xwepêşanderan dan.

 

Rejîma Îranê di van du rojên derbasbûyî de operasyoneke berfireh ji bo binçavkirina çalakvan û welatiyên nerazî da destpêkrin. Li gorî bîlançoya ku ji aliyê dezgehên fermî yên rejîma Îranê didin heya niha 1700 kes hatine binçavkirin. Lê, çavkaniyên ne fermî yên ser bi gel jî dibêjin, hêjmara binçavkiriyan ji vê hêjmara ku rejîm daye pir zêdetire.

 

Operasyona rejîma Îranê bi taybet li dijî çalakvanan û xwendekarên çepgir pêk tê. Bi taybet berê êrîşên xwe dane ser encûmena sendîkaya zankoyên Îranê.

 

Duh di nimêja cemawerî ya Înê de Ehmed Xatemî gefa darvekirinê li ew kesan kir ku hewl didin sîstema komara Îslamî ya Îranê bi hilweşînin.

 

Tevî van zext û gefan tev jî şevê din jî ev xwepêşdanên nerazîbûnê li gelek bajarên Îranê yê wek Lahîcan, Zencan û Tebrîzê jî hatin lidarxistin.

 

Her wiha hate ragihandin ku li gelek taxên Tehranê jî liv û tevgereke çalakiyên nerazîbûnê hebûye. Lê, hêzên polîs û Besîc êrîş kiriye ser van nerazîbûnan û belav kirine.

 

Duh jî li stadyûma futbolê ya Tebrîzê di dema lîstina Lîga Îranê de, alîgirên taxima Traktorsaziya Tebrîzê  bi zimanê Azerî dirûşmên li dijî rejîmê gotin. Yekîneyên taybet yên polîsan daketin saheya stadyomê û şerek di anvbera welatiyan û polîsan de rû da.