‘Tiştên ku em ji hevala Sara fêr bûn, niha didin nifşên nû’

77

 

 

ZINARÎN ZINAR-WEYSÎ TALLÎ / MEXMÛR

 

Mamoste û xwendekarên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku di perwerdeya kadroya pêşeng û damêzrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) re derbas bûne û rasterast naskirina xwe jêre çêbûne, behsa têkoşîn û kesayeta Cansiz dikin û dibêjin ku şehîd Sara gelek tişt fêrî me kir niha jî tiştên ku em jê fêr bûne di perwerdeyê de didin nifşên nû û her wisa li wargeha Mexmûrê ji bo jinan û ciwanan gelek tiştên nû ava kiriye û bûye mînakeke rast a şoreşger ji bo jinên Kurd.

 

Mamoste Zekiye Kaçan: Naskirina min a destpêkê ji hevala Sara re carek ez di kolaneke Mexmûrê re derbas dibûm, min dît ku bi zarokên pir biçûk re dilîze û eleqeder dibe. Ev dilnizmiya wê min zehf bandor kiribû. Paşê heval Sara dihate dibistanan û ji bo perwerdekirina ciwanan ders dida me. Her ku naskirineke ji nêz ve çêdibû, zêdetir bi kesayet û fikrên wê bandor dibûm. Dema min li heval Sara temaşe dikin, wê baweriyê digirt ku dikarin pêşerojeke zelal û serkeftî ji bo xwe diyar bikin.

 

 

‘Dibistana dayikê da avakirin’

 

Yek ji hewldanên wê ya herî hêja ew bû ku yekem car dibistana dayikê da avakirin. Bi hemû dibistanan re eleqeder dibû. Hem weke jineke şoreşger û hem jî weke mamostayek tevdigeriya û bi perwerdeya ciwan û zarokan re eleqeder dibû.

 

Mamoste Yûsif Sîdar: Heskirin û nêzîkatiyekî pir cuda ya hevala Sara ji bo gelê Wargeha Şehdî Rustem Cûdî (Mexmûr) hebû. Di ferqa wê de bû ku ev gel ji kîjan asta têkoşîn û berxwedanê de gihiştiye asta niha jy têde dijî. Dizanî ku gel berhemekî yê vê têkoşîna giranbiha ye. Heskirin û nirxdayîna wê ya ji bo gel di asta herî bilind de bû. Gel bi wê germ nêzîkbûnê, bû xwedî vîn û hêzekî ya dikare xwe li dijî her cûre êrîş û şertên giran ên erdnîgariyê xwe bide jiyîn û li ser lingan bigire. Hemû xebat û têkoşîna wê ya rojane ji bo xeta Serokatî û PKK’ê di nava gel de bike mayînde û gel birêxistin bike bû.

 

 

 ‘Pir girîngî dida perwerdeyê’

 

Hevala Sara tim digot; ‘Di PKK’ê de tenê rêyek ya serketinê heye, ew jî perwerdekirina civak û xweperwerdekirine’. Wê di got wê perwerdeya Mexmûr di dîroka Kurdistanê de bibe bingehekî herî girîng ji bo giştî Kurdistanê. Tevî ku ewqas derfet jî nebû lê hêviyên ku dida avakirin, pêşiya serkeftinê teqez vedikir. Ji bo vê jî akademiyek ji bo ciwanên ku dibistana Amedeyî diqedînin vekir.

 

Mamoste Demhat Baytaş:  Perwerdeya hevala Sara dîtiye. Min berê jî navê hevala Sara bihîstibû û dîtina kesayeteke wisa pêşeng ji bo me tevan xeyalek bû. Hevala Sara dema hate dibistanê me tevan bi dilgermî himêz kir û bi me re kete nava gotûbêjan. Yek ji wan gotina ku yekem ji bo me kirî ew bû ku got; ‘Erê hûn xwendekarin lê çiqas bi huner in?’ Nêzîkbûna we ya ji bo huner divê pir pêşektî be. Xwedekarekî baş divê aliyê wê yê hunerê serketî û jêhatî be. Li ser van gotinan bû sedem ku yekem koma şano li wargehê bê avakirin. Piranî dixwest demê xwe li gel xwendekaran bi aktivîteyên cuda cuda ve biborîne. Girîgî û xebatekî taybet ji bo xwendekar û taybet perwerdê dida nîşandan.

 

 

Mamoste Emîne Ozgun: Beriya hevala Sara were Mexmûrê naskirina me ji dûr ve jêre hebû. Ji ber ew yekem jina Kurd ya di nava damezrandina PKK’ê de cih girtibû û bi berxwedana xwe ya di zîndanê de dihate nasîn. Me gelek tişt li ser kesayeta wê ya şoreşger bihîstibû.

 

 

 ‘Mezinbûn û kêrhatîbûna jinê min di kesayeta wê de dît’

 

Ji bo pêşvebirina xebat û pêşxistina mamosteyan kedeke mezin dida û tovên hevaltiyeke rast di nava me de diçand. Tişta ku herî zêde ya hevala Sara ez bandor kirim ew bû ku li gel wê westandin nebû, bi eşqeke mezin kar û xebat birêve dibir.  Ev jî dibû sedem ku hezkirineke me ya bê dawî jêre çêbibe. Mezinbûn û kêrhatîbûna jinê weke kes min di kesayeta hevala Sara de dît. Her wiha ruhê hevaltî û ruhê Apogeriyê min di kesayeta hevala Sara de dît. Me hêza xwe ji hevala Sara digirt. Ew bibû çavkaniya hêz û moralê ya ji bo serketina jinê. Ji lewma her timî hewl dida hêjmara jinên mamoste zêde bike.