Barzanî: Wê civînên me yên li gel YNK’ê berdewam bikin

34

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Navenda Giştî ya Polîtburoya YNK'ê ya li Silêmaniyê îro şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) lihev civiyan. Piştî civînê Cîgirê Serokê Giştî yê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar, di civîneke hevpar de derbarê naveroka civînê daxuyanî dane çapemeniyê.

 

Berpirsê Polîtboroya YNKê Mele Bextiyar diyar kir ku wê li ser peywendiyên nû yên li gel PDK'ê bîr bikin û wiha got; "Me pêwîst dît ku vê civînê piştî bûyerê vê dawiyê qewimîn lidar bixin, ji bo em li ser rewşa herêmê û hilbijartina biaxivîn. Erkê PDK'ê û YNK'ê diparastina van ezmûnan de diyare . Ka çawa di demên teng de diparêze û xwe ji bo amade dikin."

 

Mele Bextiyar têkildarî serdana şandeya Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Eniya Hevpeymaniya  ji bo Demokrasî û Dadperweriyê ya li Bexda jî wiha anî ziman; "Ji berî ev şand biçe, li gel hikûmetê û parlamentoyê guftûgo nekirine. Me berê gotiye divê guftûgoyên li gel Bexda bi rêya hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê re çêbibin. Eger wan têkildarî pirsgirêka mûçe axaftinên xêrê kirîbîn, em spasiya wan dikin."

 

Di berdewama axaftina xwe de Mele Bextiyar diyar kir ku her çend hikûmeta Iraqê helwesta xwe ya li hember Herêma Kurdistanê neguhertibe jî, lê hin nêzîkbûnên erênî yên ji bo çareseriya pirsgirêkan xuya bûne.

Mele Bextiyar eşkere kir ku wê sibe civînekî girîng di navbera malbenda YNK'ê û Şaxê PDK'ê li ser pirsgirêka Kerkûkê pêk were.

 

Cîgirê Serokê Giştî yê PDK'ê  û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û got; "Ev civîna li gel YNK'ê girîng bû. Bi taybetî di vê qonaxa niha de. Me di vê civînê de lihev kir ku civînên me berdewam bin. Me herdu alî li ser vê yekê hevfikir bûn ku tişta me ser bixwe yekîtiye."

 

Barzanî têkildarî danûstandinên li gel Bexda yê jî wiha anî ziman; "Helwesta me zelale, em amadene ji bo guftûgoyê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingehê destûra Iraqê."

 

Barzanî derbarê şandeya 3 partiyan a li Bexda jî wiha nirxand; "Agahiya me serdana hersê aliyan nebû, li gorî me başbû ku li gel hemû partiyên din vê serdanê bikin. Lê berevajî, eger axaftinên xêrê kirîbin, wê baştire ku em hemû bi hev re biçîn Bexda. Hêviya me ew e, ku bi yekgirtî em bikarin bi hevre vê qonaxa zehmet derbas bikin.” "

 

Nêçîrvan Barzanî têkildarî xwepêşdanên li Îranê jî wiha got; "Bi ti awayî destê me di nava van pirsgirêkên li Îranê hene, nîne. Em dixwazin peywendiyên me yên li gel Îranê baş be. Tiştên li Îranê rû dide meseleyekî navxweyî ya Îranê ye. "

 

Cîgirê Serokê Giştî yê PDK'ê  û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha got; "Me tiştekî wiha ne dît ku YNK ji bo hilbijartinê ne amade ye. Biryar wiha ku hefteya bê de di navbera hikûmet û parlamentoyê de civînek li ser diyarkirina demê hilbijartinê pêk were. Heya niha îstifaya Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê a ji hikûmetê nehatiye erê kirin. Heya niha em nizanin ji ber çi ji hikûmetê vekişiyan. Li gorî me divê ligel wan were axaftin."