‘Bêdengkirina xwepêşandanan demî ye, wê serî hilde’

65

 

 

AŞTÎ EHMED / HELEBCE

Di dawiya sala 2017’an de bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi daxwaza hilweşandina sîstema hikûmeraniya herêma Kurdistanê, qeyrana darayî û siyasî daketin qadan û bi awayeke girseyî xwepêşandan lidarxistin. Hêzên ewlekariya herêmê bi darê zorê û bi rêya bikaranîna şîdetê dawî li van xwepêşdanan anî. Ancax welatiyên nerazî di wê baweriyê de ne ku dawî hatina xwepêşdanan demiye û ji ber hikûmet guh nade daxwazên gel wê careke din ev nerazîbûn serî hildin.

 

Şîrovekarê siyasî Ceza Ehmed: Dethilatdarên Başûrê Kurdistanê guh nadin daxwazên gelê xwe. Kîjan desthilatdar bi vî awayî hikûmraniyê bike wê çarenûsa wî baş nebe. Divê Hikûmeta Herêmê vegere Bexdayê. Gava duyemîn jî divê reformên aboriye. Divê geşepêdana çandiniyê çêbibe. Nabe ku em tenê pişta xwe bidin neft.

 

 

Pisporê ragihandinê û mamosteyê zankoya Helebce Îsmaîl Hacî Zelmî: Armanca sereke ya xwepêşdanan guhertina sîstema hikûmraniye. Daxwaza xwepêşdanan naguhere û emê her timî bînin zimna heya ev sîstem li herêmê were guhertin. Bi rêya hêzê dikarin ji bo demekî van xwepêşdanan serkût bikin. Lê, xwepêşander ji bo pêkanîna daxwazên xwe wê ser hildin.”

 

 

Rojnamevan Merîwan Îbrahîm: Sedema qeyranên Başûrê Kurdistanê nebûna planên dem dirêj yên di mijara aborî û siyasî de ye. Divê zext li Hikûmeta Herêmê were kirin da ku daxwazên gel pêk bîne. Ji ber ku hikûmet eger bixwaze dikare vê rewşê derbas bike.

 

 

(bz)