Li gorî agahiyên Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan ya Polîsên Parêzgeha Silêmaniyê şevê din  li navçeya Çemçemal a Silêmanî zilamek birayê xwe bi guleya qilêşê birîndar kir. Kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê lê, ji ber birîna wî zehf giran bû jiyana xwe ji dest da.

 

Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan yê Polîsên Parêzgeha Silêmaniyê têkildarî nasnameya kesê sûcdar û qûrbanî  van agahiyan da; "Kesê ku gule berdaye birayê xwe navê wî (N.S.Ş) ye, kesê ku hatî kuştin jî (S.S.Ş) ye û sala 1980'an de ji dayik bûye. Niha ji aliyê hêzên polîsan ve lêkolîn destpê kiriye."

 

Hêjayî gotiyê, ji serê salê ve ango di nava 6 rojan de li Herêma Kurdistanê 5 bûyerên kûştin û xwekûştinê hatine tomarkirin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here