Di erdheja şevê din de 51 kes birîndar bûn

44

 

Şevê din li navçeya  Serpêl Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bi şîdeta 5.1  erd hejiya. Erdhej li hemû bajarokên Kirmaşanê û çend cihên Başûrê Kurdistanê hate hîskirin. Dema ku erdhej çêbûyî li Serpêl Zehwa pileya germê nêzî sifrê bû.

 

Di encama erdhejê de 51 kes birîndar bûn. Ji ber ku birîna 3 kesan giran bû, ji nexweşxaneya Kirmaşanê re hatin veguhestin. 13 birîndarên din li nexweşxaneya Serpêl Zehaw tên dermankirin.

 

Hê mexdûrên erdheja 12'ê Mijdara sala 2017'an li Kirmaşan çêbûyî di bin konan de dijîn, Ti odeyeke têde bijîn ji bo wan ne hatiye  û xaniyên wan jî nehatine çêkirin.

 

Di endama erdheja 12'ê Mijdara sala 2017'an li Kirmaşan bi şîdeta 7.3  çêbûyî de herî kêm 600 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezara kes birîndar bûn û koçber bûn.