Goran li dozgeriyê giliya Talebanî kir-Hate Nûkirin

27

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

Endamê Koma Tevgera Goran ê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Dr. Xalib Mihemed bi sûcdariya ku bêyî agahiya Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê jê hebe, çend berpirsên Silêmaniyê ji kar hatine dûrxistin, li dozgeriya giştî ya Silêmanî giliya Cigîrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kir. Piştre jî li ber avahiya Dadgeha Silêmaniyê daxuyanî da.

 

Endamê Koma Tevgera Goran ê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Dr. Xalib Mihemed wiha got; "Li parêzgeha Silêmaniyê bi navên cuda cuda gendelî tê kirin. Me li li dozgeriya giştî gilî kir. Ji ber ku em bi dengê gel hatine hilbijartin, da ku em ji bo mafê uu daxwazên welatiyan bixebitin. Lê, mixabin, ev nêzıı sê sale hinek desthilatdar mûdexeleya karê me yê navxweyî dikin. Ji bo her kareke were kirin pêwîstî bi biryara encûmenê bixwe heye û rayeya kesî nîne bi serê xwe guhertinan bikin.”

 

Xalib Mihemed diyar kir ku wan li dozgeriya giştî giliya Cigîrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kirine û got; "Ez eşkere dikim, di asta parêzgeha Silêmaniyê de YNK'ê zêdeyî 35 meqameen wan heye ji derveyî van 35 meqaman Dr. Aso waliyê berê yê Silêmaniyê bû. Yek rêveber û yek qeymeqam beşdarî civîna Encumena Parêzgeha Silêmaniyê nekir. Ev yek jî îspata wê ye ku baweriya YNK'ê bi biryarên encumenê nayê. Dibe ku baweriya wî bi merkeziyetê tê.”

 

Endamê Koma Tevgera Goran ê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed herî dawî wiha got; "Emê yek bi yek wan kesên ku gendelin bidin dadgehê û eger Dadgeha Silêmaniyê bersiv nede, emê giliyan bigihînin Dadgeha Federal û eger wan ji bersiv neda, emê bigihînin welatên din."

 

Ji berî niha  bi fermana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, rêveberên giştî yên tenduristî, gumrig û geştiyarî yên Silêmaniyê ji postên wan hatibûn dûrxistin.