Hewlêr: Kesek dawî li jiyana xwe anî

65

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Bûyerên kûştin û xwekûştinê her diçe li Başûrê Kurdistanê zêde dibe û par Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz ragihand ku duh êvarî di saet 18:00'an de li Taxa Rewşenbîrî ya Hewlêrê kesekî dawî ji jiyana xwe aniye.

 

Ezîz têkildarî nasnameya kesê dawî li jiyana xwe aniye jî van agahiyan parve kir: “Piştî ku polîs çûn cihê bûyerê, derkete holê ku Serkewt Mihemed Reşîd ê temen 36 salî di mala xwe de dawî li jiyana xwe ani ye. Xwe bi benê daleqandiye. Polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye. Li gorî lêkolînên destpêkê, ji ber pirsgirêkên civakî dawî li jiyana xwe aniye."