Iraq: Petrola Kerkûkê wê ji Îranê re bêşandin

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên ji ajansa Reuters'ê re ragihand ku wê di vê mehê de dest bi şandina petrola Kerkûkê ya li Îranê bikin û wiha got; "Hikûmeta Iraqê, ji berî ev meh xilas bibe, wê li bîrên petrolê yên li bakûrê Kerkûkê dest bi şandina petrolê ya ji  Îranê re bike. Biryare di destpêkê de rojane 30 hezar bermîl petrola xal bi rêya tankeran ji rafîneya (palîngeh) Kirmaşanê re bê şandin."

 

Di meha borî de Îran û Iraqê li ser vê mijarê lihevkirinek îmze kirin û ragihandin ku wê petrola Kerkûkê bi rêya tankeran bê şandina Îranê.

 

Ev bîrên petrolê yên Kerkûkê di 16'ê Cotmehê de kete destê hikûmeta Iraqê de, ji berî 16'ê Cotmeha 2017'an di destê hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.

 

Di sala 2014'an de dema artêşa Iraqê xwe li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê negir, ev bîrên petrolê ketibûn destê pêşmergeyan de.

 

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên ji berî niha ragihandî bû Îran û Iraq bi çêkirina boriyekî petrolê re mijolin bêy ku êdî pêwîstiya wan bi tankeran hebe.

 

Dibe ku ev xeta boriyê, li şûna  boriya niha ya Kerkûkê ku bi rêya Tirkiyeyê re diçe Bendava Ceyhonê ya li ser Deryaya Spî bigire.