Ji ber xwepêşandanan zêdeyî 2 hezar kes hatin binçavkirin

36

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku li zêdeyî 70 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî hikûmeta Îranê xwepêşandan pêk hatin, operasyona binçavkirina welatiyan ji aliyê rejîma Îranê ve destpê kir. Navenda Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 10 rojên borî de zêdeyî 2 hezar kes hatine binçavkirin.

 

Organa ragihandina Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, daxuyakirin ku heya niha 2 hezar û 49 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê û îstixbarata Îranê ve hatine binçav kirin. Ji sedê 60'ê van binçavkirinan ji aliyê rayedarên hikûmeta Îran ve hatiye  piştrast kirin.  Ji sedê 40'ê din jî Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihandin e.

 

Li gorî çalakgerên xwendekar li Tehranê zêdeyî sed xwendekaran hatine binçavkirin. Wezareta Zanista Bilind a Hikûmeta Îranê binçavkirina 90 kesan piştrast kiriye.

 

Li gorî daneyên Navenda Mafên Mirovan a Îranê, li  Ehwaz û bajarokên derdora wê  nêzî hezar kesî, li Tebrîz 300 kes, li Tehranê 500 kes, li Meşhed 138 kes, li Îsfahan 100 kes, li Keşan 50 kes, Erdelan 40 kes û li Kerec 20 kes hatine binçavkirin.