HAWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Îro li bajarokê Kelarê navenda îdareya Germiyanê, jinek bi navê (A.A.M) li mala xwede dawî li jiyana xwe anî.

 

Rêveberiya Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Jinê Lamîa Mihemed di derbarê bûyerê de van agahiyan da: “Li taxa Kelarê ya Nû li bajarokê Kelarê jinek li mala xwede xwe xeniqand.”

 

Lamîa diyar kir ku Rêveberiya Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser jinê çûye cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.

 

Lamîa her wiha diyar kir ku li gorî hejmara 804 ya cezaya qanûna Iraqê û li gorî dadgeha lêkolînê ya Kelarê, hevjînê ew jina ku xwekûştiye hatiye binçavkirin û cenazeyê jin jî rakirine Tiba Edlî ya Kelarê.

 

Lamîa diyar kir ku li gorî lêkolînên destpêkê yên di derbarê bûyerê de hevjînê ew jina dawî li jiyana xwe aniye berê niha çend rojan jina duyemîn aniye û dibe ku ev bandoreke xirap ya derûnî li ser wê jinê kiribe, ji ber vê sedemê dawî li jiyana xwe anîbe.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here