Jinên Ciwan qetlîama Parîsê şermezar kirin

68

 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

Îro saet 16:00’ê êvarê Jinên Ciwan yên Têkoşer li ser cadeya Salim ya bajarê Silêmanî bi armanca şermezarkirina qetlîama Parîsê û di heman demê de bîranîna sê jinên pêşeng û şoreşger yên Kurd Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn û Ronahî çalakiyek lidarxistin. Di daxuyaniyê de endama Rêxisitna Jinên Ciwan yên têkoşer Vînos Pêncwênî  bi navê jinên ciwan daxuyaniyek xwend û got: “5’emîn salvegera qetlîma sê jinên şoreşger li Parîsê şermezar dikin. Armanca qetilkirina her sê jinên nîştîmanperwer, qetilkirina hemû jinên azadîxwaz bûye.”

 

 

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha têgotin: “Qetilkirina pêşenga jinên azad Sakîne Cansiz berdewama komploya navdewletî bû û her wiha armanca wan ya serekî têk birina PKK’ê bû. Ji ber şehîd Sakîne yek ji damêzrênera PKK’ê bû.”

 

 

Di daxuyaniya Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer de têgotin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna şehîd Sakîne weke têkoşîna jin ya li dijî desthilatiyê bi nav kiriye. Yanî têkoşîna civaka azade. Ji lewma ev hevalane bûne hedefa êrîşên desthilatdarên dagirker.”

 

 

Daxuyaniya ciwanan bi van gotinan bi dawî bû: “Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêşengên jinanin û em jî weke Jinên Ciwan yên Têkoşer di rêya şehîd Sakîne de, têkoşîna xwe mezin dikin û heya henaseya xwe ya dawiyê jî emê ji bo tolhildana qetlîama Parîsê kar û xebat bidin meşandin.”