Jinên Mexmûrî Sara, Ronahî û Rojbîn bîranîn

25

MEXMÛR/ROJNEWS

 

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî  (Mexmûr) bi boneya 5’emîn salvegera komkûjiya Parîsê li Saziya Malbatên Şehîdan sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî ji aliyê jinan ve hatin bîranîn. Merasîma ku ji aliyê Meclîsa Îştar ya jinên wargehê ve hatibû rêxistin kirin duh di saetên êvarê de pêk hat.

 

 

Merasîma bîranîna şehîdên komkûjiya Parîsê bi deqîqeyeke rêzgirtin ji şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re destpê kir.

 

Piştî rêzgirtinê endama Meclîsa Îştar Zinarîn Firat têkildarî komkûjiya li dijî sê jinên pêşeng û şoreşger yên Kurd pêk hatiye, axaftineke kurt kir û got ev 5 salin gelê Kurd li dijî komkûjiya Parîsê li ser piyanin û nerazîbûn raber dikin.

 

 

Piştî axaftina Zinarîn sînevîzyoneke der barê jiyan û têkoşîna Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn û Ronahî hat nîşandan û merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

 

 (ht-xt/bz)