‘Kes xwe nade ber pêk anîna civîna parêzgeha Kerkûkê’

45

 

 

 

Ji ber sersalê civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê taloqê piştî serê salê hate kirin.  Tevî ku hefteya destpêkê ya sala nû derbas bû jî hê diyar nebûye ka wê civîna encûmena bajarê Kerkûkê kengê û çawa bê lidarxistin.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî têkildarî dereng ketina civînê van agahiyan da: "Biryar bû ku berî serê salê bi beşdarbûna hemû partiyan civîn pêk were. Lê, ji ber cejna rojbûna Hz. Îsa civîn ji bo piştî serê salê hate paşxistin. Ji bo civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê bê lidarxistin ti kes û ti alî xwe nadin ber û berpirsyariya pêkanîna civînê nagirin ser xwe.  

 

 

Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî têkildarî pirsa ‘sedema ne pêk hatina civînê’ çiye jî wiha got: “Pêwîste hun vê pirsê ji van aliyên ku nayên beşdarî civînê nabin, bipirsin. Ev alî jî PDK ye”.