KNK serdana Goran û Waliyê Silêmaniyê kir

37

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Şandeya KNK'ê ya di bin serokatiya Cîgirê Hevserokatiya KNK'ê Faruq Cemîl  de ku  ji Nûnerê KNK'ê yê Başûr Ferhad Doskî, Endamên KNK'ê Ebdulah Melenurî û Mizde Ebas pêk dihat,  di saet 10:30'an de serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran ya li Girê Zergete ya li Silêmaniyê kir.  Şandeya KNK'ê ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî û Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Goran Celal Cewher ve hate pêşwazî kirin.

 

Piştî hevdîtinê Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Goran Celal Cewher têkildarî hevdîtinê agahî da û got: "Serdana KNK'ê, bi armanca lidarxistina civîna şêwra neteweyî ya Başûrê Kurdistanê bû. Em vê gava KNK'ê weke gavekî girîng dibînin û em piştgiriyê didinê. Serketina vê gava KNK'ê dikeve li ser amadebûna aliyan. Bi bawerî, KNK dikare bandoreke girîng li ser hişmendiya berjewendîparêz ya li Kurdistanê bike.  Li gorî min heya hişmendiya berjewendîparêz neyê guhertin wê yekîtî çênebe."

 

 

Şandeya KNK'ê piştî serdana Tevgera Goran çû serdana Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir û li gel civiya.

 

Piştî serdana Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir jî têkildarî naveroka hevdîtinên axivî û got: "Me soza hemû alîkariyan da KNK'ê, ji bo lidarxistina vê civîna şêwra netewî û emê amadekariyan bikin. Ev gavekî girînge."

 

 

Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir bang li hemû aliyan kir ku beşdarî civîna şêwra netewî ya Başûrê Kurdistanê kir û got; "Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku beşdarî konfreransê bibin û bi projeyên karên hevbeş jê derkevin. Ev şêwra netewî piştî bûyerên 16’ê Cotmehê pêk tê ji lewma gelekî girînge û divê hemû alî ji bo yekîtiyê gav biavêjin.”

 

Di 15-16'ê Tîrmeha 2017'an de KNK civîna şêwra netewî ya Kurdistanê ya giştî li bajarê Silêmaniyê lidarxist. Di encama şêwra netewî de biryar hate girtin ji bo amadekariya kongreya netewî ya Kurd hemû beşên Kurdistanê û Kurdên derveyî welat şêwrên xwe lidarbixin. Di vê çarçoveyê de heya niha Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên derveyî welat civînên xwe yên şêwra netewî lidarxistine. Xebatên civîna şêwra netewî ya Bakurê Kurdistanê berdewam dikin, hîn temam nebûye. Ya Başûrê Kurdistanê jî wê di 27-28'ê Çileyê de were lidarxistin.