Li Hemedanê kasibkarek Kurd hate qetil kirin

70

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rejîma Îranê di şexsê kolber û kasibkarên Kurd de qetlîameke sîstematîk li dijî Kurdan pêk tîne. Vê carê jî kasibkarek (bazirganekî sînor) yê Kurd li bajarê Hemedan yê Îranê bû hedefa guleya hêzên rejîma Îranê û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û hevalê wî jî bi giranî birîndar bû.

 

Li gorî nûçeyeke kanala Kolbernews ku li înternetê weşanê dike, berê niha çend rojan, hêzên çekdarî yên Îranê li bajarê Hemedan ya Îranê, gule reşandine ser wesayîteke barhilgir ya kasibkarekî Kurd. Di encama vê êrîşê de hem şofêr hem jî hevalê wî bûne qûrbanî.

 

Heman kanal di der barê nasnameya kasibkarê hatiye kuştin de jî van agahiyan da û got ku ew kasibkarê li Hemedanê hatiye kuştin xelkê bajarê Seqiz ya Rojhilatê Kurdistanê ye û navê wî jî Sîrwan Pesendî ye. Sîrwan temenê xwe 43 saliye û bavê du zarokane. Her wiha hate gotin ku gule li serê Sîrwan ketiye. Hevalê ew kesê kasibkar yê jiyana xwe ji dest daye jî navê xwe Rizgare û di encama qulipîna wesayîta barhilgir de bi giranî birîndar bûye.