Parlementerê HDP’ê Baydemîr hat berdan

58

 

 

Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Rihayê Osman Baydemîr ku duh êvarî li Îzmîrê di çarçoveya doza ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê yê Şirnexê bi îdiaya "Muxalefeta li hemberî qanûna meş û civînan" de lê hatibû vekirin hat binçavkirin, hat berdan.

 

Dema Baydemîr duh êvarî li Îzmîrê diçû Mêvanxaneya SGK'ê polîsan ew dabû sekinandin û binçav kiribû. Ji ber Adliyeya Şirnexê ne amade bû, Baydemîr li mêvanxaneyê hatibû rawestandin.

 

Danê sibehê Baydemîr birin Edliyeya Îzmîrê û bi riya SEGBÎS'ê pêwendî bi Edliyeya Şirnexê re hat dayîn. Piştî îfadeyê Baydemîr hat berdan.