‘Rêxistinên jinan ji bo bûyerên şîdetê nikarin doz vekin’

24

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Navenda Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê li Herêma Kurdistanê weşand, kûştin û xwekûştina jinan meh bi meh zêde dibe.

 

Parêzer Peyman Îzedîn têkildarî sedema zêdebûna kûştin û xwekûştina jinan axivî û diyar kir ku gelek sedem hene ku kom dibin û berê jinan didin xwekûştinê. Peyman di berdewama axfaftina xwede wiha got: "Pirsgirêkên siyasî, civakî û darayî sedemin ku ferd rastî zextên kûr ên derûnî werin û biryara xwe kûştinê bidin. Her wiha pirsgirêkên ku hene dibe sedem ku kes serî li kûştin û şîdetê bide. Li Başûrê Kurdistanê nebûna wekhevî û dadperwerî bûye sedemê ku di nava civakê de ti cihê jinê û hebûna wê nebe."

 

Parêzer Peyman Îzedîn têkildarî tevdîrên qanûnî yên ji bo pêşî lê girtina şîdeta li ser jinê jî wiha axivî: "Rêxistinên jinan xwe di ber dozên jinan de berpirs dibînin. Lê tişta li pêşiya wan dibe asteng, Qanûna Cezayê ya Iraqê ye. Mafê gilîkirinê nedaye rêxistinan, tenê dikarin daxwaza şopandina dosyayê bikin.  Li Başûrê Kurdistanê hejmarek rêxistinên taybet hene, eger pêwîst bike parêzerên xwebeşx ji bo birêve birina dozê dikarin erkdar bikin. Lê, divê kesek nêzî ew kesa qûrbanî hebe ku giliyê bike heya ku bikarin kar li ser bikin."

 

Parêzer Peyman Îzedîn ji bo rojev kirin û serxistina dozên jinan jî got: "Divê di qanûn de guhertin pêk were ku rêxistin jî di derbarê bûyerên kûştin û şîdeta li ser jinê de giliyan bikin. Niha ev qanûn astengiyê çêdike.”

 

Hêjayî gotinêye ku ji ber zêhniyeta cinsiyetperest û ne dadperwer ya di nava civakê de ji aliyê sîstemeke desthilatdar ya zilamsalar ve hatiye rûnişkandin zûpzû malbat ji bo kûştin anjî bûyerên xwekûştina jinan gilî nakin û ser bûyeran digirin. Di qanûnan de jî wisa hatiye gotin ku ancax kesek ji malbatê û nêzî wê be bikare giliyê bike û doz veke. Dema wisa dibejî rêxistinên jinan nikarin şîdeta li dijî jinê di warê qanûnî de jî bixin rojevê û bigihijin encameke berbiçav û yên tawanbar mehkûmê cezayê bikin.