Şîlan Şakir: Divê beşên nerazî encûmenek ava bikin

36

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Şîlan Şakir, rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û nerazîbûnên gel ên meha borî nirxand. Şakir eşkere kir ku avakirina hikûmetekî demî ji bo derbasbûna krizên Başûrê Kurdistanê yekane rêya çareseriye û got ku wê bihevrebûna hêz û aliyên siyasî bibe sedema peydakirina sîstemekî demokratîk.

 

Şîlan Şakir siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kir û wiha axivî; "Ew hişmendiya ku li Başûrê Kurdistanê pê civakê rêve dibin, hişmendiyekî dîktatoriye. Ew siyaseta ku di desthathilatê de heye, ji bo gel ti xizmet nekiriye, ji derveyî firotina xaka Kurdistanê ji bo Îran û Tirkiyê.”

 

Şîlan Şakir diyar kir ku wê desthilatdariya koledarî û tundî têde heyî hilweşe û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; " Rojava û raperîna gelê Îranê mînakên herî sereke ne, îspat dike ku tevahî sîstemên desthilatdar wê rû be rûyê hilweşînê werin. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de peyamek heye, niha pêk tê. Ew jî eve ku ew desthilatên şîdetparêz, koledar û dîktator birûxin.”

 

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir  bal kişand li ser siyaseta hinek aliyên ku xwe weke mûxalefet bi nav dikin û got; "Hinek alî xwe weke mûxalefet îlan dikin, lê ev çend salin di nava destdilatê de bûn. Di heman demê de peywendiya wan li gel desthilatê û dewletên din hebû. Her çiqas îro weke mûxalefet derdikevin jî, êdî gel hewara xwe nagihînin wan. Daxwazên wan diyar û zelale. Xwedî ezmûnin û çavê gel vekiriye."

 

Şakir li ser rêya derbasbûna ji krîza hikûmeta Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî wiha destnîşan kir; "Hilweşandina hikûmeta Herêma Kurdistanê û di çavçoveya meclîsekê de avakirina hikûmetekî demî yekane rêya çareseriyê ye ji bo derbasbûna ji krîzan. Ew jî divê li ser bingehê, hemû hêz û alî, kesayetî û rêxistin bi projeyên xwe yên çareseriyê beşdar bibin.  Ev meclîs pêwîste ji bo pêkanîna eniyekî demokratîk a gel kar bike. Her wiha amadekariya hilbijartinên paqij bikin. Bi pêşkêşkirina proje û pratîk kirina wê divê hevdu bipejirînin û ji bo sîstemeke demokratîk bixebitin.”

 

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Şîlan Şakir herî dawî bal kişand li ser nerazîbûnên gel û wiha got; "Pêwîste di nava neraziyan de encumek pêk were û li ser şêwazê nerazîbûnên xwe guftûgoyan bikin. Her wiha divê berdewam bin, heya ku daxwazên xwe bi dest bixin."