Barzanî: Emê navbera xwe bi Tirkiye re baştir bikin

24

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna çapemeniyê lidar xist. Barzanî eşkere kir ku  di cîvîna îro de rapora Kompanya Deloitte ya derbarê dahat û xercên petrola Herêma Kurdistanê yên 6 mehan hatiye xwendin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser biryara îro ya ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye dayîn ku karên Kompanya Kar a li Kerkûkê dide rawestandin û diyar kir ku biryar ne raste.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha got, "Em amadene agahiyên derbarê dahata petrola Herêma Kurdistanê bidin Bexda û ji bo goftûgoyên li gel hikûmeta navendî ji amadene.

 

‘Emê navberxwe bi Tirkiyê re baştir bikin’

 

Barzanî diyar kir ku ew dixwazin navbera xwe bi Tirkiyê re dûbare baş bikin û got: “Tirkiye ji bo me girînge. Di navbera me û Tirkiye de peywendî hene û emê van peywendiyan berdewam jî bikin. Lê, ji bo serdana Tirkiyê dem ne hatiye diyar kirin."

 

Barzanî derbarê dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî axivî û diyar kir ku wê parlamento û Komîsyona Hilbijartinan bi hevre roja hilbijartinê diyar bikin û got; "Hilbijartin ji bo hemû aliyan girînge. Ji bo rewabûna Herêma Kurdistanê û derbasbûna vê rewşê girînge."

 

Barzanî li ser îhtimala pêkanîna lîsteyekî hevbeş a ji aliyê PDK'ê û YNK'ê ve jî ev agahî dan;"Qet behsa vê yekê nehatiye kirin ku PDK û YNK bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibe. Lê, pêşniyarek hatiye kirin ku hemû aliyên Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Iraqê bibe. Ji bo daxwazên Herêma Kurdistanê  wê ev yek baş bibe. Emê li gel aliyên din li ser vê mijarê biaxivîn. "

 

Barzanî diyar kir  ku vê gavê dahata petrola Kurdistanê têra meaşên hemû meaşgiran nake.

 

Di civîna parlamentoya Iraqê ya îro de biryar hate dayîn ku Wezareta Neftê ya Iraqê karê Kompanya Kar ku kompanyayekî neftê ye bide rawestandin û ji Kerkûkê derxe. 

 

Her wiha parlementoya Iraqê ji bo firotin û derxistina petrola Kerkûkê komîsyonek ava kir. Biryar hate dayîn ku şandina petrola Kerkûkê tenê bi rêya Kompanya SOMA  pêk were û bîrên petrolê jî radestî Şîrketa Nefta Bakûr were kirin.

 

Parlamentoyê biryar da ku Wezareta Neftê ya Iraqê li Kerkûkê karên li gel Kompanya Kar  bide rawestandin û şîrketê jî ji Kerkûkê derbixe.

 

Tê gotin ku Kompanya Kar  weke şîrketeke hevpar ya dewleta Tirk û malbata Barzanî ye. Her wiha ev şîrket sponsoriyê ji çend dezgehên ragihandinê yên ser bi PDK’ê re dike.