Bîlançoya bûyerên trafîkê ya 2017’an eşkere bû

53

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Rêveberê Plandanînê yê Rêveberiya Trafîka Herêma Kurdistanê Eshed Kerîm di civîna çapemeniyê de bîlançoya sala 2017'an a bûyerên trafîkê eşkere kir. 

 

Li gorî daneyên hatine dayîn, di sala 2017'an de li Herêma Kurdistanê 4 hezar û 441 bûyerên trafîkê rû dane. Di bûyeran de 689 kesan jiyana xwe ji dest daye û 7 hezar û 249 kes jî birîndar bûne. Li gorî rêjeya sala 2016'an bûyerên trafîkê kêm bûne.

 

‘Sedema sereke ya qezayan leza zêdeye’

 

Eshed Kerîm eşkere kir ku ji sedê 60 sedemê bûyerên trafîkê leza zêde bû û got; "Di sala 2017'an de milyonek û 498 hezar û 155 kiryarên neqanûnî hatine tomar kirin.

 

Rêveberiya trafîkê ya Herêma Kurdistanê ji kamerayên trafîkê yên kontrola rê dikin û ji bo cezayê pere birînê di sala 2017'an de nêzî 270 milyar dînar qezenc kiriye."

 

’12 hezar û 473 jin di nava salê de ehliyet girtine’

 

Rêveberê Plandanînê yê Rêveberiya Trafîka Herêma Kurdistanê Eshed Kerîm ev dane parve kirin; "Par plaka li 78 hezar û 770 wesayît hatine dayîn. Li gorî vê yekê, ji derveyî wesayîtên leşkerî, hejmara wesayîtên plaka li wana hatiye dayîn, milyonek û 469 hezar û 887'in. Di sala 2017'an de 69 hezar û 97 ehliyetên şofêriyê hatine dayîn. 12 hezar û 473 jê jinin. Hejmara kesên li Herêma Kurdistanê ehliyet wergirtine gihîşt milyone û 647 hezar û 383 kesan."