‘Guhertina desthilatdariyê wisan kir navê Sergeran bibe Qudis’

52

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

Bajarokê Sergeran girêdayî Kerkûkê ye û piştî bûyerên 16'ê Cotmeha 2017'an ku Kerkûk hate dagirkirin, gef li Kurdan tê xwarin. Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê û Serokê Komîsyona Madeya 140 Kake Reş Sedîq îro li avahiya walîtiya Kerkûkê li ser rewşa bajarok daxuyanî da çapemeniyê.

 

Serokê Komîsyona Madeya 140 Kake Reş Sedîq wiha got; "Bajarokê Sergeran dikeve sînorê madeya 140 a destûra Îraqê ku hemû pirsgirêkên di warê zivî û zireatê de, di nava Kurd û Ereban de çêbibn  li wan sînoran rû bidin, divê li gorî wê madeyê were çareser kirin. Ev herêm 40 gundan di nava xwe digire, 38 gund Kurd lê dimînin, 2 gund jî Ereb lê diminin. Guhertina desthilatdariyê wisan kir ku ji navê Sergeran biguhere bi Qudis. Malên Kurdan biguherin. Ereb bên cihên wan û dest danin li ser zeviyên wan."

 

Serokê Komîsyona Madeya 140 Kake Reş Sedîq axaftina xwe wiha domand; "Rejîma Baas di biryara Encumena Qiyade ya Sewrê ya hejmara 949'an a sala 1977'an de 242 lihevkirinên ziraetê ji bo Eraban çêkir û li van herêma bi cih kirin. Piraniya gundên Kurdan dan wan. Piştî rûxîna  rejîma Baas xwediyên wan gundan ên rasteqîn vegeriyan ser warên xwe."

 

Serokê Komîsyona Madeya 140 Kake Reş Sedîq herî dawî wiha got; "Qet mafê Waliyê Kerkûkê û îdareya Kerkûkê nîne Ereban vegerînin herêmê. Ev vê yekê weke destekî siyasî ya mezin dibînin. Ev yek ne tenê ji bo Sergeran hatiye kirin, ji bo Daqûq û Leylan kiriye. Divê Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî sînorekê ji bo dane û rawestîne."

 

(sk)