ZAHÎR ÎBRAHÎM / SORAN

 

Rojnameger û çalakvanên herêma Soran a girêdayî Hewlêrê têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

 

'Divê bernameyek hevbeş hebe'

 

Parêzer Piştîvan Rizgar:  Di rastî de hebûna sêwanekî neteweyî û niştîmanî ji bo tevgera rizgarîxwaz a niştîmanî ya Kurdistanê pêwîstiyekî dîrokî ye. Ji ber ku Kurd weke neteweyekî  mafê wan ji dest hatiye girtin û divê bernameyekî hevbeş a xwe hebin, ji bo li gorî wê xwe ji bo pêşeroj û guhertinan re amade bikin.

 

 

Ez sedema lidarnexistina kongreya neteweyî weke nakokî û pêşbaziya di navbera hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê de dibînim. Ji ber ku heya niha pirsgirêk û nexweşiya mezin a Kurdan hevdu neqebûlkirin û pirsgirêka bê bawerîbûnê, siyaseta xwe mezin dîtin û xwe li ser aliyên siyasî de ferz kirinê ye.

 

Di vê demê de lidarxistina kongreya neteweyî girîng e, di vê qonaxê de gelek derî ji bo Kurdan hatine vekirin.

 

'Pêwîstî bi kongreya netewî heye'

 

Çalakvan Hejar Îbrahîm ê ji Rewandizê: Pêwîstiya me bi kongreya neteweyî heye, ji bo danîna mekanîzmayekî hevbeş. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê di rewşekî siyasî ya aloz de ye. Li Bakûrê Kurdistanê Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Kurdan berdewam dikin. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî guhertin tên dîtin."

 

 

Divê demildest kongreya neteweyî pêk were û aliyên siyasî dest ji berjewendiyên hizbî berdin. Divê berjewendiyên neteweyî li ber çavan bigirin. Pêwîst em dersan ji dema borî bigirin, nabe êdî Kurd bikevin bin bandora welatên derve.

 

'Çima berjewendiyên dikevin pêşiya berjewendiyên netewî?'

 

Rojnameger Yunis Emîn yê ji Balekayetî: Bêguman lidarxistina kongreya neteweyî di vê qonaxê de pir girîng e, lê pirs ev e ku çima partiyên siyasî vê erka neteweyî pêk nayînin? Çima tenê berjewendiyên siyasî tên pêş berjewendiyên neteweyî û niştîmanî? Hemû Kurd dixwazin hemû alî kongreya neteweyî lidar bixin. Li gorî min kongreya neteweyî, niha çareserkiyeke ji bo lewaziyên neteweyî.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here