Komkujiya Parîsê li Ranye hate şermezarkirin

61

 

 

MIHEMED HESEN/ RANYE

 

Îro saet 17:00’ê li Baxê Giştî yê navçeya Ranye ya Silêmaniyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de bi boneya salvegera komkujiya Parîsê ku hersê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de peyama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Suqra Rehman ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Pêş pênc salan di encama komployekî dewleta Tirk a dagirker û MÎT’ê de, li paytextê Fransa Parîsê sê jinên çalakvanên Kurd hatin şehîdkirin. Her wiha Fatima, Sêvê û Pakîze sê jinên din ên bi destê heman faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê hatin şehîdkirin.”

 

 

Di dewama daxuyaniyê de ev jî hate gotin; “Niha li hemberî vê siyasetê bi pêşengiya jinan xetek a tekoşînê tê meşandin. Jinan ji koletiyê rizgar dike. Hemû demê jin ji bo şoreş û berxwedanê bûne hêz û hêvî. Her şoreşek jin tevlî nebûye, bi ser neketiye.”

 

Di dawiyê de ev jî hate gotin; “Weke çewan dewleta Tirk di hemû şêrişên xwe de bi ser neketiye, rojane li hemberî hêza gerîla şikestinên mezin dixwe. Her diçe ev şikestina dewleta Tirk mezintir jî dibe. Weke Serok Apo dibêje ‘divê timî jin berê xwe bide azadiyê’.”

 

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên ‘Ji bo xwîna şehîdan serhildan’, ‘Ji bo azadiya Rêber Apo serhildan’ û ‘Li dijî dagirkeriyê serhildan’ bidawî bû.

 

 

 

 

(sk)