Li Erbetê jineke li mala xwede kuştî hate dîtin

56

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Kuştin û xwekuştinên jinan di asteke metirsîdar de zêde dibin û tam nayê zanîn bi rastî ev jin xwedikujin yanjî tên kuştin. Vê carê jî li bajaroka Erbet ya ser bi Silêmaniyê jina dayîka çar zarokane û temenê xwe 30 saliye tê îdakirin ku dawî li jiyana xwe aniye.

 

Têkildarî bûyerê Berdevkê Polîsên Qeza û Navçeyên Silêmaniyê Îqbal Mihemed jî têkildarî mirina ev jina li Erbetê îda dike ku jin bi çeka ferdî li xwe daye û piştre jiyana xwe ji dest daye û dibêje; "Jina bi navê (B.H.F) û dayika 4 zarokan bi qilêşê li xwe da û paşê jî jiyana xwe ji desta. Cenazeyê wê rakirine Tiba Edlî ya Silêmanî. Çeka ku pê li xwe dabû niha di destê polîsan de ye û di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.”

 

Duh jî li bajarokê Kelar a Germiyanê, jina bi navê (A.A.M) li mala xwe de kuştî hate dîtin û Rêxistina Têkoşîna bi Şîdeta li ser jinê re jî îda kiribû ku ji ber hewî li ser hatiye, derûniya wê têkçûye û dibe ji ber vê sedemê dawî li jiyana xwe anîbe.

 

Ji serê salê ve li Başûrê Kurdistanê bi giştî heya niha 7 kesan yan dawî li jiyana xwe anîne, yan hatine kuştin. Ji vana 4 jê jinin.