NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Şopandina Rewşa kesên di xwepêşandanên seranserî Îranê de hatine binçavkirin  şevê din ragihand ku li Girtîgeha Êvîn a Tehranê  ciwanekî 23 salî yê bi navê Sîna Qenberî, şeva Şemiya borî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da ye.

 

Hinek çavkanî îda dikin ku Sîna Qenberî dawî li jiyana xwe anî ye. Lê, Çalakvanên Mafê Girtiyên Siyasî yên Îranê vê îdaya xwe kuştinê red dikin û dibêjin berpirsê mirina Sîna Qenberî rejîma Îranê ye.

 

Li gorî hinek çavkaniyên din, gelek derziyên Mitadone li Sîma Qenberî dane û ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest da ye.

 

Piştî xwepêşandanên sala 2009'an bi dehan xwepêşanderên ku hatibûn girtin û binçavkirin li girtîgehên rejîma Îranê bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Lê, tevî vê yekê jî rejîm berpirsyariya mirina wan negirte ser li ser xwe.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here