HAWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Îro danê sibehê, li devera gundên bajarokê Zinane ya Germiyan û navçeya Xurmatû ya Selahedînê şereke bi çekên giran di navbera hêzên Heşdî Şebî û komên ku xwe weke xwebexş bi nav dikin de derket.

 

Li gorî agahiyên ku me ji herêmê bi dest xistiye, zêdeyî 20 guleyên hewanê ji Çiyayê Hencîre ve li taxa Tirkmen a navçeya Xurmatûyê ketiye.

 

Heşdî Şebî jî bi heman awayî bi topan û bi helîkopteran bersiv daye û devera gundê Zinane bombebaran kiriye.

 

Li gorî agahiyên ku berdevkêe Heşdî Şebî yê Xurmatûyê Seîd Elî Haşimî daye 6 sivîl li Xurmatuyê birîndar bûne. Her wiha hate gotin ku topbarana komên Xwebexş berdewame.

 

Her wiha Fermandarekî Pêşmergeyan ê li herêma bajarokê Zinane Mihemed Çewrî jî ev agahî dan: "Hêzên Heşdî Şebî zêdeyî 15 guleyan avêtin gundê Şoraw, Tayirike û Qale. Niha jî Helîkopter van herêman bomberan dike. Lê heya niha ti ziyanêk çênebûye.”

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here