Mexdûrên erdhejê: Hikûmeta Herêmê sozên xwe bi cîh ne anî

53

 

BOTAN GEMIYANÎ-HAWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN

Di 12'ê Mijdara 2017'an de bi şîdeta 7.3 li Başûrê Kurdistanê erdhej pêk hat û di encama erdhejê de ziyanên giyanî û madî çêbûn. Herî zêde jî bajaroka Derbendîxan a Silêmaniyê ziyan dît. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubat Talebanî wê demê piştî çend rojan çûn navçeyê û soza tazmînata ziyana çêbûyî dan welatiya. Lê, niştecihên Derbendîxanê diyar kirin ku Hikûmeta Herêmê wan sozên xwe pêk ne aniye.

 

‘Hikûmet sozên ku da me pêk ne anî’

 

 

Ferman Ebulrehman: “Sozên wan hema li gel wan maye û yek jî pêk ne aniye. Ji bo pêkanîna wan wan sozan jî ti hêviyek nadin. Ew xaniyên ku zirer dîtine weke xwe mane û yek ji wan jî ne hatiye çêkirin.

 

‘Ne hikûmet kesên hejar alîkariyê dan me’

 

 

Merîwan Fetah: Ne Hikûmeta Herêmê kesên hejar alîkarî dan me. Di dema erdhejê de rayedarên Hikûmetê hatin herêmê û soza dayîna tazmînatê û bi cîh anîna daxwazên me dan. Lê, ew sozên hikûmetê li ser kaxezê ango li ber destê Serokwezîr û Cîgiriyê wî mane.

 

 

Ji ber erdheja bi şîdeta 7.3 pênc kes jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî hezar û 500 xaniyên welatiyan jî ziyan dîtin. 320 xanî êdî kêrî bikaranînê nayê. Ji derveyî vê gelek dibistan û nexweşxane jî ziyan dîtin. Ji vana 5 dibistan wêran bûn. Her wiha Bendava Derbendîxan jî ziyan dît.