NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava çend rojên derbasbûyî de, ji ber tirsa pêk hatina xwepêşandanan zêdeyî 2 hezar kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. Ji van kesên hatin binçavkirin, zêdeyî 100  kes xwedekarin. Hate ragihandin ku 43 xwendekarên ji Rojhilatê Kurdistanê jî hatine binçav kirin.

 

Piraniya ev xwendekarên hatine binçavkirin ji bajarê Kirmaşan, Urmiye, Sine, Serdeşt, Nehawend û Îlamêne ku di van rojên borî de hatibûn binçavkirin.  

 

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê nasnameya 43 xwendekarên hatine binçavkirin eşkere kir û diyar kir ku hê nasnameya gelek kesan jî ne hatiye zelal kirin.

 

Nasnameya xwendekarên ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin wiha ye;

 

Nebî Terdest, Turan Mêhirban, Muherem Sabrî, Luqman Weysî, Umîd Cemşîd, Mihemed Cewahirî, Wehîd Muzaferî, Ehmed seferî, Feramerz Umrîdî, Yasir Hebibî, Şemsedîn Kakeyî, Hemze RahinRahinma, Azad Teqe Zade, Xulam Elî Mensur, Îrinc Hemidî, Bezdan Ferc Zade, Sara Cemşîdî, Silêman Ebdî, Muzafer Rehmanî, Mihemed Mehsumî, Luqman Kerimî, Hadî Kerimî, Cewad Kerimî, Ferhad Kerimî, Silêman Ebdulahî, Mihemed Ceman Gulî, Rohula Axayî, Ebas Erxend, Hafiz Ebulahî, Cubrîl Zarî, Elî Zarî, Mehmud Mehsumî, Cewad Xîber, Elî Heqî, Erjeng Zirguş, Umîd Îcal, Elî Emîrî, Cemşîd Xoş Awaz, Qadir Dalan, Ebulcebar Xalid û Şehla Wehdet Pûr.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here